Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump, careke din huşdarî da rêjîma Îranê

16:52 - 5 Kanûna Paşîn 2026

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê li dawî axafitinên xwe de careke din huşdarî da rêjîma Îranê û got hekî rêjîma Îranê wek berê xelkê bikuje ez wa hizir dikim ku dê derbek gelek giranê ji aliyê Amerîkayê ve bi rêjîma Îranê bikeve.

Donald Trump çend roj berî niha jî li xaftineke hevşêwe de huşdarî dabû rêjîma Îranê ku dest ji kuştina neraziyan li ser şeqaman berde neku dê rastî derbeke giran be.

Herwisa navbirî pêştir ragihandibû ku Amerîka li madehiyeke tevav de ye.

Ji aliyê din ve Neftalî Bênêt ê Serokwezîrê berê yê Îsraîl, bi awayekî sembolîk demjimêreke xîz serûbin kir ku egera vê heye bi wateya kêmmana dem bo rêjîma Îranê be.