Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 509 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

20:26 - 5 Kanûna Paşîn 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 509 a Agirî de, ev mijar hene:

“Tevgerek bê veger heta serkeftinê” Manşêta hejmara 509 an a Agirî ye, û herwisa li rûpela ewilî de, Peyama pîrozbahiya Rêzdar “Mistefa Hicrî”, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta sala nû ya Zayînî”, hatiye weşandin.

Rûpela 2 - Peyama Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq mangirtin û xwenîşandana bazariyên Têhran û bajarên din ên Îranê.

Rûpela 3 - Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq xwenîşandanê Îran û Kurdistanê daxûyaniyek belav kir û ragihand: Em daxwazê ji hemû xelk û aliyên siyasî yên dêmokrat û azadîxwaz dikin ku yêkrêzî û yekgirtî li dijî rêjîma mirovkuj a Îranê bisekinin.

Rûpela 4  - Gotara - Rola Rêxistinkirî ya hêzên Tepeserker di matkirina dengê Xwenîşanderên Ciwan li Îranê de, ji nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpelêm 5 û 6 yên Rojnameya Agirî hatine terxankirin bo beşa 2 yê a Gotara - Şivan Perwer, Dengê ku dîrok şiyar kir, Bi boneya pêncî saliya çirûskîna li asîmanê hunera Kurdistanê, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 7 ê de gotara - Zincîra Hilweşîna Dîktatoran: Gelo Dora Îranê ye?, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Şeqamên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi sedema kirîzên aborî, siyasî, gendelî û tepeseriya xelkê carek din bûne çepera berxwedan û rawestan li hember rejîma Îranê, Rûpela 8 a Agirî ku taybete bi hevpeywîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeywînek digel birêz “Selîm Zencîrî” Endamê Kumîte ya Navendî a PDKÎ li ser rewşa xwenîşandanên meha Befranbara 1404an rojî hevpeyvîn encam daye.

Rûpela 9 - Gotara - Jin, Nûçe û Malbat: Afirandina Derfetan ji bo Agahdarî û pêşveçûna JINAN ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 10 – Gotara – Ji bo pêlika 2026 an, ji nivîsa Cano Amedî.

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 509 a Rojnameya Agirî, postêreke li jêr navê “ Pêngavên pîroz ber bi Azadiyê ve dimeşin” temsîla rewşa xwenîşandan û rabûna xelkê Îranê bi dijî rêjîma dîktator a komara îslamî dike, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.