Berpirsê Komîteya Navnetewî ya Eşkerekirina Rastiyan li derheq komara îslamiya Îranê
Raportêrê Taybet ê Rêkxirava Netewên Yekgirtî li derheq rewşa mafên mirovî li Îranê û raportêrên taybet ên netewên Yekgirtî li derheq bidarvekirinên xoserane û neyasayî, bi lez û xoserane, îşkence û azadiya kombûnên aşitîxwazane
Komîsariya Bilind a Mafên Mirovî ya Rêkxirava Netewên Yekgirtî
Dezgeha Hewldanên Derve ya Yekîtiya Ewropayê
Rêkxiravên Navnetewî yên Çavdêrên Mafên Mirovî
Piştî destpêkirina nerizayetiyan li bajarê Têhran û bajarên din ên Îranê bi dijî rewşa aborî û siyasî li Îranê, xelkê beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî bi taybet li Îlam û Kirmaşanê, tevlî vê nerizayetiyê bûne.
Her wekî ku li tevgera Jînayê de dihate çavrêkirin, hêzên serkutkar ên komara îslamî vê carê jî li Kurdistanê de bi şêwazeke gelek hovanetîr li hember xwenîşanderan de disekinin û bê ti tirsekê teqe li wan dikin.
Li rojên derbasbûyî de nerizayetiyên aşitîxwazaneya xelkê li çendîn bajar û bajarokên devera nişîv a Rojhilatê Kurdistanê, rastî tepeserkirina tund a hêzên întizamî yên rêjîmê hatine. Bi taybet li roja 3 û 4ê Kanûna Paşîn a 2026ê de spaha pasdaran li bajarê Melekşayê ser bi parêzgeha Îlamê û li bajarê Kirmaşanê, zêdetir ji 7 xwenîşander kuştine û 10an kes jî birîndar kirine. Herwisa niha rewşeke ewlehî û mirovî ya cihê nigeraniyê li bajarê Melekşayê de sepiyaye û heta li nexweşxaneyan de destnekevtina xwîn û hewcehiyên pêregihîştin bi birîndaran heye.
Bi berçavgirtina vê yekê ku gelek nîşane hene ku pêla vê carê ya nerizayetiyan li Îranê berdewam dibe û dever û bajarên din ên Kurdistanê jî dê li xwe bigre, em bi dûr nizanin ku senaryoya cinayetên rêjîmê li derheq xwenîşanderan bi taybet li Kurdistanê dubare bibe û karesateke din a mirovî biqewime.
Reftarên nemirovane yên komara îslamî digel xwenîşanderan, binpêkirina eşkere ya mafên bingehîn ên mirov bi taybet mafê jiyan û azadiya kombûnên aşitîxwazane ye. Tepeserkirina xwenîşanderên bajarê Melekşayê heta bi encamdana tawan li dijî mirovahiyê tê naskirin.
Em daxwaz ji we dikin ku hemû rêkarên li ber dest we bo rêgirîkirin ji komara îslamî li berdewamkirin û tuntirkirina serkutkirina bi xwîn a xwenîşanderan û çêkirina dengek bi kom a bihêz a navnetewî bo bihawarçon bi xelkê nerazî li Kurdistan û Îranê de bi kar bînin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Pêwendiyên Navnetewî
5ê Kanûna Paşîn a 2026