Rêkxirava Netewên bê Dewlet anku “UNPO” bi belavkirina daxuyaniyekê tekezî dike ku Îran gihîştiye qonaxeke gelek hestiyar û metirsîdar, Qonaxek ku tê de şikesta aborî, têkçona civakî û lawazbûna rewatiya siyasî, qeyraneke kûr li seranserê Îranê de çê kirine. “UNPO” tekezê dike ku ev rewşa li heyama salên derbasbûyî de hêdî hêdî çê bûye û niha gihîştiye astekê ku êdî bi çareserkirinên demkî, nayê kontrolkirin.
Bi dîtingeha “UNPO” rewşa niha ya Îranê nîşaneya serkevtînebûna binyatî ya sîstema birêveberî û çarçoveyên yasayî ye, Sîstemek ku di cihê bersivdana siyasî, dest bi tepeserkirin û kontrolkirinê kiriye. Li warê aborî de nirxa dirafê Îranê gelek hatiye xwarê, tewerom bi lezgînî bilind bûye û Îran ji sîstema darayî û aboriya navnetewî zêdetir hatiye dûrxistin. Ev rewşa bûye sedema berfirehbûna hejarî û givaşeke giran bi ser xelkê û zêdebûna nerizayetiya giştî li seranserê Îranê.
Li dawiya daxuyaniya “UNPO”yê de hatiye, ti çareseriyek yekcarî bi bê berçavgirtin mafê rewa yên hemû gelên Îranê, nikare serkevtî be.