Hevdem digel xwenîşandan û serhildana xelkê bi dijî rêjîmê, û gefên navnetewî û bitaybet gefên Amerîka û Îsraîl li rêjîma Îranê, dirafê Îranê bihayê xwe ji dest dide.
Nirxa yêk Dolarê Amerîka geheşte nêzî 150 Hezar Tûmenî û ev nirx bi demê de tête guherîn û renge piştî amadekirina vê nûçeyî guherîn bi ser de hatibe.
Li 2 rojên derbasbûyî de geheştibû 140 Hezarî lê dîsan daket bo 135 Hezar Tûmenî, lê şeva derbasbûyî nişkê de bilind bû bo nêzî 150 Hezarî.
Bilindbûn û daketina nirxa dirafê Îranê girêdayî bi rewşa siyasî heye.
Bê nirxbûna dirafê Îranê dibe sedem ku nirxa hewcehiyan hindî zêdet jêlel biçe.
Rêjîmê ti kontirolek bi ser nirxan û bazarê de nemaye.