Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya nûçeyî a kombûna navenda diyalo bo hevkariya hizbên Kurdistana Îranê

10:34 - 6 Kanûna Paşîn 2026

Roja 5ê Kanûna duyem a 2026 an komciwîna li astê bilind a hibên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve ço. Li vê kombûnê de biryar li ser hewcehiya karê hevpar û berhemdar bi armanca bihêzkirin û bigurkirina tevgera nerizayetiyên bi dijî komara îslamî hate dan.

Ciwîn bo rêzgirtin ji riha şehîdên vê dawiyê li Îran û Kurdistanê dest pêkir. Piştre rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat ku berpirsê bi dor yê navenda Diyalog bo hevkariya hizbên siyasî yên Kurdistana Îranê ye, armanc ji vê kombûnê şirove kir û amaje bi vî erk û berpirsayetiyê kir ku li wê rewşê de keftiye ser milê hizbên Rojhilatê Kurdistanê.

Li vê ciwînê de bas ji aliyên cuda cuda yên xwenîşandan û nerizayetiyê hate kirin ku bi dijî rêjîmê dest pêkiriye ku bi biryara Elî Xamineyî xwenîşander bi awayê hovane hatne tepeser kirin û li Îlam û Kirmaşan û Loristanê de li xwînê werdan. Navenda Diyalog bo hevkariya hizbên Kurdistana Îranê, hevxwmiya xwe li derheq şehîdên Melikşahiyê de da xûya û tekezî li ser yêkrêzî û hevxebatiyê li hemî deverên Kurdistana Îranê de kiriye.

Di pareke din a ciwînê de biryar li ser cehda bo darêtina gelaleya bingeha hevkariya aliyên siyasî, rêçare bo biqawetkirina tevgera siyasî netewî a Kurd li Îranê de, hate dan.

Li vê ciwînê de berpirsê yêkim yê hizbên Rojhilatê Kurdistanê serperestiya şandên hizbên xwe kirin û tê de beşdar bûn.