Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de berfirehtir bûn

11:06 - 6 Kanûna Paşîn 2026

Li berdewamiya serîhildana xelkê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li bajarê Îlamê de xelkê her li ser şeqaman berdewam e û pêka raporên nefermî xwenîşanderek din jî hatiye şehîdkirin û xelkê bajar bi kerbû kîneke dujwartir li ser şeqaman xwenîşandanê dikin.

Li bajarê Seqizê de jî serhildêran li ser şeqman agir hil kirin û piştevanî li serhildana li Îlam, Kirmaşan û Luristanê kirin.

Herwisa li bajarê Şabatê de xelkê piştevanî li serhildanê kirin û pêka hinek raporan li bajarê Sinê de hêzeke zêde ya rêjêmê hatine cihgîrkirin û li bajarê Urmiyê de jî xelkê piştevanî li serhildanê kirin û durûşma “Bimre sitemkar çi şah be çi rehber” li ser dîwaran nivîsandine.

Li bajarên Sunqur û Kulyayî li parêzgeha Kirmaşanê, Merwdeşt, Mişkan û Memesenî li parêzgeha Fars, çendîn taxên bajarê Têhranê, Yasûc, Sarî, Necefabad, Şehriyar, çendîn taxên bajarê Kerecê ên wek taxa Ferdîs, bajarê Şûşter, Dewletabad, Qehderîcan, Merdabad a Yezd, Qum, Ereak, Bîrcend û dehan bajarên din, xelk hatiye ser şeqaman û li hember hêzên tepoeserker sekinîne û li pitira cihan de hêzên rêjîmê li encama berxwedana xelkê, revîne.