Pêka biryaya heyeta waguzarî ya rêjîmê, %17.9 ji pişkên palavtingeha “Sitarê Xelîcê Fars” tê firotin û rêjîmê îdia kiriye ku ev firotin bi beşa taybet bi armanca baştirkirina bazara sermayê ye lê diyarî nekiriye ku dahata firotina vê serweta xelkê dê li çi cihekê de bê xerckirin û bi awayek din talankirina eşkere ya serweta giştî ya xelkê Îranê ye.
Palavtinageha “Sitarêl Xelîcê Fars” mezintirîn palavtingeha berhemên gaza şil li Îranê, roleke bingehîn li kêmkirina pirsa bênzîn li Îranê de heye û bi awayê rojane 40 milyon lîtir bênzîn û 11 milyon lîtir gazoîlê berhem tîne.
Ew palavtingeha ku bi diraf û bûdceya xelkê Îranê hatiye avakirin %51 a pişkên vê li kontrola wezareta neftê û %49 a vê li kontrola wezareta kar a rêjîmê deye.