Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Kuştina zarokên Kurdan û êrîşa li ser nexweşxaneyan, kiryarek hovane ye, li dijî adet û yasayên mirovahiyê û tê şermezarkirin

09:54 - 7 Kanûna Paşîn 2026

Kak Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li bertek nîşandan bi tepeserkirina rejîma Komara Îslamî li Îlam û Kirmaşanê, peyamek belav kir û hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdên vê serhildanê da nîşandan.

Deqa peyamê wiha ye:

Rejîma Komara Îslamî wa hizr dike ku ew hewil dide neteweya Kurd a berxwedêr bitirsîne.

Ev rejîm, ku li ser lêwa kendalê hilweşînê de ye, hêris û tureyiya xwe ya ji şikesit û krîzên kûr li ser zarokên neteweya Kurd de dirêje, bi vê baweriya ku ew dikare tola xwe ji Kurdistanê hilde.

Rejîma Komara Îslamî li Kurdidtanê ne tenê li Îlama dilê welat, zarokên Kurd komkuj dike, belku heman demê de êrîşî kiriye ser wan nexweşxaneyan ku xwepêşanderên birîndar lê dihatin dermankirin, kiryarek hovane ku bi eşkereyî li dijî hemî adet û yasayên mirovan e û bi tundî tê şermezarkirin.

Ev kiryar nîşana tevlîhevî û tirsa rêjîmê ji serhildana gel li Kurdistanê ye.

Xortên şoreşger yên Îlam û Kirmaşanê qet ji wan kiryarên nemirovane yên kirêgirtiyên rejîmê natirsin, her wekî ku xwişk û birayên wan li seranserê Kurdistanê netirsiyane û bi pêdagirî li ser mafên xwe yên rewa rêya berxwedanê didomînin.

Silav ji bo Îlam û Kirmaşana serhildayî.

Sersaxiyê dibêjime malbatên şehîdên serhildana vê dawiyê.

Mistefa Hicrî

Sikirtêrê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê