Li berdewamiya berfirehbûn a serhildana xelkê li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li çendîn bajaran de xwenîşandanên li ser şeqaman gelek berfirehtir û micidtir bûnbe
Pêka dawî raporên li roja Çarşemî 7ê Kanûna Paşîn, li 25 xalên bajarê Şîrazê de xelkê rê daxstine û hêzên rêjîmê bi alavên avreşandinê hewla rêgirîkin ji xwenîşanderan dane û pêka raporan hêzeke gelek kêm a rêjîmê li ser şeqmên wî bajarî de heye û li hember xwenîşanderan de paşekêşiyê dikin.
Ji aliyê din ve li bajarê Kirmaşanê, rêjeyeke berçav ji xelkê hatine ser şeqaman û hêzên tepeserker li taxa Dizilawa, Dewletawa û çarrêya karger, bi cebilxaneya tevav êrîş kirine ser wan û herwisa êrîş kirine ser bazariyên bajaroka pêşeyiya Dizilawa ya bajarê Kirmaşanê û bi regbaran xelk kirine armanc û kesek ê bi navê Îsmaîl, gulleyek bi serê wî kevtiye û bi dijwarî birîndar bûye û rewşa wî li nexweşxaneyê de bi nebaş hatiye ragihandin.
Hevdem xwendekarên zanîngeha Azad a Kirmaşanê hatine ser şeqaman û durûşma bimre dîktator dane û xelk li çarrêya Ocaq û şeqama Moderis de kom bûne û durûşma “Yekîtî Yekîtî” didin ku rastrî êrîşa hovaneya hêzên rêjîmê hatine û serhildêran jî bersiva wan daye.
Herwisa li bajarê Bucnûrdê de bazarî tevî destpêkirina mangirtinê, hatine ser şeqaman.
Li bajarê Meşhedê de jî xwenîşanderan motorsîklêteke hêzên tepeserker ku bi batûnan êrîş kiribûne ser wan, ji wan sitandin û ev neçar bi revînê kirin.
Li bajarê Têhranê de jî mangirtin gelek berfirehtir bûne û bazara Têhranê û bazara Zêringiran bi tevavî hatiye daxistin.
Li bajarê Sawê li bajaroka qel`êyê emîr dukan û bazar hatine daxistin.