Deqa peyama Eniya Yekgirtî ya Belûçistana Îranê wiha ye:
Eniya Yekgirtî ya Belûçistana Îranê piştevanî li daxuyaniya Navenda Diyalog a Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina seranserî li roja Pêncşemî 18ê Berfranbarê beranber bi 8ê Kanûna Paşîn kir û tevlîbûna xelkê Belûçistanê bi hevçeperên hêja yên Kurdistanê û hertim şoreşger ragihand.
Eniya Yekgirtî ya Belûçistana Îranê bi awayek hertimê li kêleka Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Komele û Hizbên federalîst ên Kurdistanê herdem li berxwdanê de bûye û dê hebe.
Ev afirankariya bi wec û şereşgêrane li 3emîn serîhildana “Jin Jiyan Azadî” ji aliyê wan Hizb û rêkxiravên siyasî yên Kurdistana me ya ezîz, baştirîn û biwectirîn xelat û giranbihatir ji her xezîne û gewherekê ye ku pêşkêşî serhildana me ya mezin dikin.
Xelkê bajarên navenda Îranê, vê carê bi awayekî micidtir serî hildane da ku durûşma “Kurdistan ta Belûçistan, çişm û çiraxê Îranê” li praktîkê de li ser şeqaman bidin nîşandan.
Banghêjiya ve ya piştevanîkirina seranserî li roja Pêncşemiyê, bi serastî dê dilgermiyek zêdetir bi xelkê serîhildayî yên li bajarên navenda Îranê bide.
Eniya Yekgirtî ya Belûçistana Îranê mil bi milê ve dê bisekine û bi micidî dê daxwaz ji xelkê Belûçistanê bike ku li vê pêvajoya ser şeqam de digel ve û xelkê seranserê Îranê bin. Em dê bi serastî daxwaz ji pêşnimêjê Mizgevta Mekî bikin ku digel vê daxwaza rewa û şoreşgêrane digel xelkê Kurdistanê, piştevanî û hevdiliya xwe rabigehîne.
Cemşîd Emîrî, Berpirsê Yekem ê Eniya Yekgirtî ya Belûçistana Îranê
6ê Kanûna Paşîn a 2026