Piştî banghêjiya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî çendîn aliyên siyasî, medenî, kesayetî û rêkxiravan, piştevaniya xwe li vê banghêjiyê ragihand in ku beşek ji wan ev in:
Kongireya Netewên Îrana Federal, çendîn hunermend û nivîskar, Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, Rêkxirava Mafê Mirovî bo Rojhilatê Kurdistanê, Hizba Çep a Îranê, nivîskar û çalakvanên siyasî, Rêkxirava Çandî û Siyasiya Turkemen Sehra, Encumena Piştgiriya Turkemen Sehra, tevgera Neterwiya Turkemen Sehra, Turkemenên Dêmokrat a Îranê, Hevpeymaniya Yekgirtina Giştî bo Azadî û Beraberî, Eniya Yekgirtî ya Belûçistana Îranê û çendîn aliyên siyasî, medenî.