Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banghêjiya Eniya şoreşvan a xelkê Belûçistanê bo tevlîbûn bi xwenîşandana seranserî

11:29 - 8 Kanûna Paşîn 2026

Roja Pêncşemî 8ê Kanûna Paşîn, Eniya Şoreşvan a Xelkê Belûçistanê bi belavkirina girtevîdyoyekê, daxwaz ji gelê Belûç kir ku hevdem digel xwenîşandanên seranserî li Îranê, bêne ser şeqaman.

Li vê daxuyaniyê de tekezî hatiye kirin ku daxwaza mafê siyasî û medenî, mafê her bajarwendekî ye û berçavnegirtina vî mafî, sedema berdewambûna rewşa niha ye û xwenîşandanên nerizayetî yên medenî û aşitîxwazane, beşek ji pêvajoya daxwaziyên rewa yên xelkê hatiye binav kirin û li derheq berteknîşandana tundûtîj a rêjîmê li hember xwenîşanderan de huşdarî da.