Deqa daxûyaniyê wiha ye
Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva daxwazên xwepêşanderan dide, bi taybetî li dijî Gelê Kurd, ku bi kîn û dilreqiyek zêde wekî tolvedan komkujiyan li dijî xelkê sivîl pêktîne, ku nûçeyên gelek xemgîn û nexweş hene li ser kuştin û birîndarkirina hejmarek zêde ji xwepêşanderên Melakşa û kirmaşan û Îlamê bi destê hêzên ewlehiya rêjîmê hov û stemkar.
Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, di demê ku van komujiyên hovane û nejadperês li dijî Gelê Kurd şermezar dike, hevdem hevxemiya xwe ligel binemalên şehîdên Loristan û Îlam û Kirmanşan radigehînê û piştgiriya xwe ya bêsinûr bo Gelê kurd li Rojhelatê Kurdistanê piştrast dike, hevdem ku rêjîma Îranê bi kuştina xelkê sivîl gunehbar dike û bang li komelgeha navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike ku destê alîkariyê bo Gelê Kurd dirêj bikin û siyasetên qirkirin û serkutkirinê li hember Gelê Kurd bi dawî bikin.
Herweha em banga xwe digehênin tevaya hêz û partiyên Rojhelatê Kurdistanê ku di nav xwe de yekîtî û hevkariyê bihêz bikin, herî li pêş kar û xebata xwe ji bo parastina Gelê kurd û bidestxistina mafên neteweyî yên Gelê Kurd terxan bikin.
Sersaxî bo malbatên Şehîdên Loristan, Îlam, Kirmanşan
Bijî Kurd û Kurdistan