Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Kongireya Netewên Îrana Federal bo piçştevanîkirin li banghêjiya Hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî

11:40 - 8 Kanûna Paşîn 2026

Hevwelatiyên rêzdar!

Têkoşer û azadîxwazên Îranê!

Guherînên niha li Îranê careke din da selimandin ku pirsgirêka bingehîn a wî welatî, pêkhateya siyasî ye li li ser binyata serkut û tepeserî, navendgirayî û înkarkirina mafên netewan hatiye avakirin. Nerizayetiyên vê dawiyê yên xelkê sitemdîtî yên Îranê û şêwaza rûberûbûna tundûtîjaneya  komara îslamî digel wan nerizayetiyan bi taybet li Kirmaşan, Îlam û Luristanê, wêneyek rohn ji neşiyan û nebûna îradeya siyasî li vê sîstemê de bo bersivdan bi daxwaziyên destpkêkî yên mirovî û siyasiyên xelkê dide ber çavan.

Kongireya Netewên Îrana Federal, wek hevpeymaniyek ku ji hêzên siyasî yên nûnerên netewên jêrdes li Îranê pêk hatiye, daxuyaniya hevpar a Hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li derheq wan mijaran û banghêjiya wan bo mangirtina giştî, bi nîşanderê îradeyeke hişmendane, berpirsane û xwedî pêgeh li ceribandina dîroka berxwedanê dizane. Ev helwîstgirtin, berteknîşandane sozdarî li hember bi bûyerên vê dawiyê nîne, belku beşek ji nerîta xebatkaraneya xwedî binyat bo rûberûbûn digel rêjîmekê ye ku mana xwe li ser bninyata jinavbirin, cudatîdanîn û tundûtîjiya sîstematîk daniye.

Kurdistan li 4 dehikên derbasbûyî de , hertim yek ji navendên bingehîn ên nerizayetiyan li hember pêkhateya siyasiya serdest li Îranê de bûye, pêkhateyek ku nek tenê mafên netewan, belku binyatên bingehîn ên azadî û rûmeta mirovî jî înkar kiriye. li vê navberê de  bê guman, rola pêşengiya xelkê Kurdistanê li dariştina gotara berxwedanê, çi li meydana siyasî û çi li asta komelatî de, roleke yekalîker û înkarnekirî hebûye. Ceribandinê komîserrhevbûyî yên vê deverê, îro bûye sermayeyek hevpar bo yemû netew û hêzên azadîxwaz li Îranê.

Tepeserkirina nerizayetiyên giştî û reftara tundûtîjaneya digel neraziyan li deverên cuda bi taybet li deverên başûrî yên Rojhilatê Kurdistanê û seranserê cografiyaya başûrê Zagrosê, vê yekê derdixe ku komara Îslamî ne şiyana reformê heye û ne îradeyek bo bihîstina dengê xelkê. Destavêtina berdewam bo binçavkirin, tirsandin û tundîtîjiya eşkere, zêdetir ji her tiştekê nîşanderê qeyrana kûr a rewatî û tirsa rêjîmê li zêdebûna piştyevanîkirina li navbera tevgerên nerizayetiyan de ye.

Mangirtina giştî ya xelkê Kurdistanê, çalakiyek medenî û bi kom li hember vê rewşê de yeꓼ Çalakiyek ku li sînorên cografiyayî derbas dibe û beşek ji xebata netewên Îranê bo dawîanîn bi zordarî, cudatîdanîn û tundbûna deshilatê ye. Ev pêngv, hevdem berevanîkirina praktîkî li mafê nerizayetî, vekheviya netewî, azadiyên siyasî û rûmeta mirovî ye.

Kongireya netewên Îrana Federal daxwaz ji hemû hêzên siyasiyên Dêmokrat, rêkxiravên civaka medenî, pêkhateyên komelatî û çalakvanên serbixwe li hemû netewên Îranê, li navxwe û derve dike ku bi piştevanîkirina xwe li mangirtina giştî ya xelkê Kurdistanê, tekezî li ser hewcehiya  bihevnêzîkbûn û yekgirtina xebata netewî û komelatî bikin. Li rewşa niha de zêdetir ji her demekek din hewcehî bi yekdengî, berpirsayetî û derbasbûn ji têbîniyên sînordarker heye.

Baweriya me ev e ku paşeroja Îranê tenê demek dikare azad, dadperwerane û mirovî be ku çendîn netewîbûn û kultûrên vê bi fermî bêne naskirin û pêkhateya siyasî li ser binyata vekhevî, beşdarbûna azad û dadperweraneya komelatî, cihê sîstema niha bigre.komara îslamiya Îranê lempera bingehîn a vê veguhastinê û derbasbûn ji vê, merca pêşwext a rizgariya hemû netewên bindest bên Îranê ye.

 Kongireya Netewên Îrana Federal, bi dengek bilind piştevaniya tevav a xwe digel xebata rewaya xelkê Kurdistanê û mangirtina vê radigehîne û li kêleka hemû neraziyan û azadîxwazan li seranserê Îranê de disekine.

Bijî piştevanîkirina netewên Îranê

Bijî azadî, vekhevî û rûmeta mirovî

Kongireya Netewên Îrana Federal

17ê Befranbara 1404 a Rojî,

7ê Kanûna Paşîn a 2026 a Zayînî