Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat rû li wan kurdên ku xizmetkarê dujmin in û xizmeta dagîrker dikin

12:11 - 8 Kanûna Paşîn 2026

Deqa peyamê wiha ye

Hevwelatiyên hêja!

Kurdistaniyên xweragir!

Rewşa Îranê roj li pey roj selimînerê vê rastiyê ye ku guherîn mijareke çavrêkirî ye û heta dem derbas dibe em bi rizgarî û azadiyê nêzîk dibin. Li vê rewşê de em wek civaka Kurdistanê li wêzgehek hestiyar û taybetî de ne. hestiyar li wî warî ku xwediyê tevgerekê ne ku girêdayî bi Jin Jiyan Azadiyê ye û ji vî aliyî ve daxwaza avedankirina Îranek din dikin. Îranek ku bo hertimî ji qurixkariya nasnameya “Netewe-Dewlet”ekê derbas be û bibe cografiyayek medenî ku têde  çendîn nasnamebûn û dabînbûna “Serweriya Hevpar” ku hemû netew bi pêka yasa bi fermî nas bike.

Lê armanca bingehîn a Kurdistaniyan bo biencamgihandina wêzgeha dawiya serkevtinê dabîn nabe hekî em nekarin xwe bi tevavî rêkxistin bikin. Hi ji vî aliyî ve ku li vê demê ez bi hewce dibînim vê peyamê bo we li rewşeke taybet de pêşkêş bikim. Peyamek ku armanca bingehîna vê, çêkirina aramî û pevrebûn li paşeroja Rojhilatê welat e.

Hewla hemûyan ev e ku rêyên yekgirtîbûn a civaka Kurdistanê dabîûn bike. Tevî ku cudbûn li Kurdistanê de mijarek asayî û erêkirî ye, lê eva ku li dawiyê de me bi hev re girê dide, berjewendiya giştî û çarenivîsa hevpar a me ye, lewma hewce ye li dîtingeha berjewendiya Kurdistaniyê ve mêzeyî guherînan bikin.

Jîngeha siyasî, kultûrî û civakiya Kurdistanê nabe bibe meydanek bo dujminatî û hevrikî digel hev. Berwajî dibe bibe jîngehek bo têgihîştin ji hev û qebûlkirina hev. Armanc jî ev e ku derfet bi derfetçîtiyê û dujminên Kurdistanê û jihevqetiyana me neyê dan.

Berê, dujminên tevgera netewiya Kurdistanê bi rakêşana taqimek bi navê caş, jîngehek bo li hemberhevdanîna Kurdistaniya çê kir da ku miovê Kurdistanî bikin bi dujminê hev.

Li wir de careke din daxwaz ji wan kesan dikin ku dest ji xizmetkirin bi dujminên Kurdistanê berdin û vegerin nav xelkê xwe û piştrast bin ku ew her pêngawek bo berjewendiya Kurdistanê hilbigrin, bi dilekî vekirî ve pêşewazî jê tê kirin.

Li Kurdistanê de em bilî komara îslamî û hêzên vê, ti dujminekî din nas nakin. Lewma hemû hewlên me bo hevgirtina civaka Rojhilat e û ji vê dîtingehê re bi erkek niştimanî û exlaqî dizanin ku daxwaz ji wan Kurdên ku xizmeta rêjîmê de ne bikin, vegerin nav xelkê Kurdistanê û bibin bi beşek ji tevgera rizgarî û azadiya Kurdistanê.

Serkevtin bo gel û azadî bo niştiman e