Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtin li çend cihên din ên Rojhilatê Kurdistanê de jî bi rê ve ço

15:47 - 8 Kanûna Paşîn 2026

Li berdewamiya mangirtinên giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li parêzgeha Urmiyê de li bajarê Nexerde, Xoy û herwisa Dizeya Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê mangirtin bi rê ve çoye û xelkê bi awayekî berfireh dukan û bazarên xwe daxistine.

Herwisa li bajarê Şebab li parêzgeha Îlamê û bajarê Sunqur û Qesrê Şîrîn li parêzgeha Kirmaşanê, de jî mangirtin bi awayekî berfireh bi rê ve çoye.