Çarlî Waymêrz, nûnerê welatê Swêdî li Parlemana Ewropayê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand ku xelkê Îranê li hember deshilata tepeserker a axundan de sekinîne û dema vê hatiye ku Yekîtiya Ewropaya li aliyê rast ê dîrokê de cih bigre.
Navbirî li vê peyama xwe de daxwaza qutkirina pêywendiyên dîplomatîk a welatên Ewropayê digel rêjîma Îranê kir.
Çarlî Waymêrz tevî îşarekirin bi hewcehiya xelkê Îranê bi înterneta azad daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku piştevaniya xelkê Îranê bike.
Navbirî bi tekezî daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku balyozên rêjîma Îranê ji welatên Ewropayê derxînin.