Xelkê xweragirê Kurdistanê!
Xelkê Azadîxwaz ên seranserê Îranê!
Hizb û aliyiyên siyasî yên Îran û Kurdistanê!
Rêkxiravên civaka medenî!
Pêncşemî, 18ê Befranbarê, Kurdistanê careke din selimandin ku çepera hertim avedan a xebat û xweragiriyê bi dijî komara îslamiya Îranê ye.
Xelkê Azadîxwazên Kurdistanê bi mangirtina giştî, daxistina dukan û bazar û cihên giştî û nîşandana nerizayetî li hemû bajar û deverên Kurdistanê, hem hitbareke çendîn bare bi Hizbên siyasiyên Kurdistanê da, hem da xuya ku şoreşa “Jîna-Jin Jiyan Azadî” neku her nerawestaye, belku li kûrahiya civakê de zindî ye û biryar daye bo hertim deshilata dîktatoriya komara îslamî biherifîne. Xelkê Kurdstanê daye xuya ku li hember tawan û cinayetên komara îslamî li Luristan û Melekşayê û cihên din bêdeng nabe û rê nade ku rê û rêbaza xweîn û xebata ciwanên azadîxwaz winda bibe. Herwisa piştevanîkirina xelkê Kurdistanê li nerizayetiyên seranserî yên Îranê, şermezarkirina siyaseta cudatîdanîn û rawestan li hember cinayetên rêjîmê li Kurdistanê, selimînerê zindîtî û geşeya tevgera siyasî û netewiya Kurd li Îran û pêşkevtina xebat û serhildana vê qonaxa çarenivîsaz bi dijî dîktatoriya rêjîma Îranê ye.
Navenda Diyalog bo hevkariya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê spasiya xelkê xebatkarê Kurdistanê û azadîxwazên deverên din ên Îranê dike ku bi mangirtin û berdewamiya nerazayetiyan bersiv û peyameke siyasî a rohn û cergbir bi hêzên tepeserker û tevavetiya rêjîma deshilatar dane. Xelkê bivêr û azadîxwazên Kurdistanê, dane xuya ku gefxwarin û tirsandin û siyaseta tepeserkirin, pêngawên wan sist nake û bi vê yêkrêziyê û yekgirtîbûna Hizbên siyasî û xelkê Kurdistanê ev peyama bi rohnî hate ragihandin ku tevgera azadîxwazaneya me, pê avêtiye qonaxek nû. Ev qonaxa nû jî dixwaze li pêxema berdewamî û serkevtina yekcarî de zêdetir û cudatir ji hemêşe derfet amade bo yêkitî, hevxebatî û hewldana pevrebûnê bi dest xwe ve bîne û bi vê jî, hêzeke zêdetir bidne xebat û tevgera me.
Tevgera siyasî û mafxwazaneya Kurdistanê ku bi berdewamî pêdegirî li ser curbicurî û pevrejiyanê kiriye û bi dijî qurixkarî û xwesepandinê bûye, careke din jî piştevanîkirina xwe li nerizayetiyên seranserî yên bi dijî dîktatoriya komara îslamiya Îranê radigehîne û pêdegirî li ser berdewamiya xebat û tekoşîna xelkê Kurdistanê li pêxema bidestveanîna maf û daxwazên rewa yên li Îranê dike.
Bijî yekgirtîbûna xelkê mafxwaz ê Kurdistanê!
Sernixûn be komara îslamiya Îranê
- partiya Azadî a Kurdistanê
- Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê
- Sazimana Xebat a Kurdistana Îranê
- Komele, Rêkxirava Kurdistanî a Hizba Komonîst a Îranê
- Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê
- Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkîşan a Kurdistana Îranê
- Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
18ê Befranbara 1404 a Rojî
8ê Kanûna Paşîn 2026 a Zayînî