Li pitira bajarên Rojhilatê Kurdistanê û beşeke berçav ji bajarên Îranê li demjimêrên şeva Înê 9ê Kanûna Paşîn, li çendîn bajarên parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Luristanê xelk bi awayekî berfireh li ser şeqaman bûye û li hember hêzên hov ên rêjîmê ku bi gulleyên şer teqe li xelkê kirine, sekinîne lê bi sedema qutbûna înternetê bi tenê beşek kên ji wan xwenîşandana hatine belavkirin.
Li berxwedana xelkê de şehîd û birîndar jî hene lê amara serast li ber dest nîne.
Bi rêya alava Star Link, hinek girte vîdyo ji xwenîşandanê bajarên wek Urmiye, Şabat û Kirmaşanê û hinek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê, belav bûne.
Li bajarê Holîlanê ser bi parzêgeha Îlamê, şer û levdan li navebra hêzên tepeserker û xwenîşanbderan de qewimiye û pêka hineki raporên nefermî çendîn birîndar hebûne lê amara wan nehatiye zanîn û berpirsê hêzên tepeserker ên întizamî yê rêjîmê li bajarê Holîlanê kevtiye ber kerba xwenîşanderan.
Li bajarê Giyelanê jî hinek girtevîdyo yên şer û levdana xwenîşanderan û hêzên hov ên tepeserker ên rêjîmê balev bûne û teqe li xwenîşanderan hatiye kirin. li bajarê Bîcarê de fermandariya rêjîmê li wî bajarî ji aliyê xwenîşanderan ve hatiye şewitandin û li bajarê Urmiyê xelk bi beşdariya Kurd û Azerî hatine ser şeqaman, li bajarê Kirmaşan, Qurwe, Dalaho, Mêhran, Seqiz, Dêwulan, Kamêran û Sinê de serhildêr hatine ser şeqaman û dengê teqekirinê hatiye bihîstin.
Li bajarê Têhranê, Tewrêz, Meşhed, Meraxe, Tewrêz, Kirman, Îranşehr, Çabihar, Îsfehan, Şîraz, Gurgan, Babol, Zahidan û çendîn bajarên din jî serhildêr hatine ser şeqman û li ser şeqaman dirûşma bingehîn “bimre dîktator, biherife rêjîma Îslamî, bimre sitemger çi şah be çi rehber” bûne û rêjeya xwenîşanderan li hinek cihan de bi qasek zêde bûye ku hêzên rêjîmê li hember wan revîne û bi taybet li bajarê Têhran û Meşhedê de rêjeya beşdarbûyên ser şeqam, gelek zêde bûye.