“Mark Karnî”, Serokwezîrê “Kanada”yê û “Emanoel Makron” Serkomarê Firanse, “Kiyer Starmêr, Serokwezîrê Birîtaniya û “Firêdrîş Mortz” Serokê Alman, daxwaza sekinandina tundûtîjî li hemeber xwenîşanderan ji rêjîma Îranê kirin.
Wan berpirsan, tevî nîşandana nigeraniya xwe li hember tundûtîjiya ji aste derketiya rêjîmê li hember xwenîşanderan û kutina wan, ev kiryarên rêjîmê bi tundî şermezar kirine.
Herwisa wan berpirsan ragihandine ku berpirsayetiya canê xelkê Îranê li stuyê berpirsên rêjîma Îranê ye û divê rêz ji mafê bingehîn ên xelkê Îranê bigre.
Ji aliyê din ve “Donald Trump” Serkomarê Amerîkayê, careke din huşdarî da rêjîma Îranê ku xelkê nekujin nekû em dê bên û beriva teqekirinên ve bidin.