Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta sala nû ya Zayînî peyameke pîrozbahiyê belav kir

16:27 - 1 Kanûna Paşîn 2026

Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta nûbûna sala Zayînî û hatina sala 2026, peyameke pîrozbahiyê belav kir

Deqa peyamê wiha ye:

Nûbûn sala nû ya Zayînî û hatina sala 2026 li hemû bawirmendên ola kirîstiyan li cîhanê bi taybet kirîstiyanên Kurdistanê pîroz be.

Em sala nû ya Zayînî li halekê de pîroz dikin ku komara îslamiya Îranê, wek rêjîmeke dije mirov û dije çendîn olî û cudatiyan, li astasteke herî lawaz û binbesta siyasî û birêveberiyê de ye, tevî vê yekê jî, şîpelek nû ji nerizayetî û xwenîşandan û mangirtinan li dawiya sala 2025 a Zayînî de bi dijî qeyran û neşiyan û dijî binyata rêjêmê, serî hildaye.

Em hivî dikin ku xebat û xweragiriya netewên bindest û azadîxwazên Îranê bi hemû çîn û qatên civakê bibe sedema herifandina deshilata navendî û dawîanîn bi hizra qurixkarî û bibe sedema avabûna hikûmeteke dêmokratîk û federal ku têde azadî û mafên mirovî û netewiyên hemû pêkhateyan parastî be û aramî û ewlehî, dadperwerî û jiyaneke aştîxwazane û serdemiyane li pey xwe bîne.

Mistefa Hicrî

Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

1ê Kanûna Paşîn 2026