Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Şabadê hêzên rêjîmê li hember serhildêran revîne

11:26 - 11 Kanûna Paşîn 2026

Pêka dawî zaniyariyan, roja Şemî 10ê Kanûna Pêşîn, demjimêrên 6ê êwarê ve, li bajarê Şabadê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, şeqam li destê xelkê de ne rêjeya beşdarbûna serhildêran û herwisa micidbûna wan serhildêran li ser şeqaman bi qasekî zêde ye ku hêzên rêjîmê ji piraniya kolan û şeqamên bajar paşekêşî kirine.

Bi sedema qutbûna înternet û torên pêwendîgirtinê, zanyariyeke hûr li ser rewşa bajar li ber dest nîne lê hatiye zanîn ku amadebûna serhildêran li ser şeqaman bi qasekê zêde bûye ku heta hêzên rêjîmê, ji nêzîkbûna bi serhildêran ditirsin û ji piraniya taxên bajar paşekêşî kirine û bajar li kontrola xelkê de ye.