Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildan berfirehtir dibe

11:30 - 11 Kanûna Paşîn 2026

Bi sedema qutbûna tevav a înternêtê û torên pêwendîgirtinê, zanyariyên serast li derheq serhildana xelkê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê li ber dest nînin lê hinek girte vîdyoyên kêm ji bajarên wek Kirmaşan, Bîcar, Îlam, Qurwe û bajarê Durûd li parêzgeha Luristanê belav bûne ku dide xuya xelk li ser şeqaman e û li hember hêzên rêjîmê bi awayekî bivêrane sekinîne.

Li bajarê Dizfûlê çendîn binkeyên hêzên rêjîmê hatine şewitandin û dest bi ser Îdaran de hatiye girtin.

Herwisa çendîn girte vîdyoyên serhildan li bajarê Koser li parêzgeha Erdebîlê, Reşt, Tewrêz û Şîrazê de belav bûne û rêjîmê îdia kiriye ku li bajarê Şîrazê de ji hêzên rêjîmê 6 kes hatine kuştin û 120 kes ji birîndar bûne û li bajarê Meşhedê de jî 6 pasdarên rêjîmê hatine kuştin ku serastiya wan xeberên rêjîmê heta niha ji aliyê ragihandinên din ve nehatiye piştrastkirin.

Li Têhranê de xelkê serhildayî dest bi ser dehan îdarên rêjîmê de girtine, dehan binke û sedan maşîn û mator û alavên hêzên tepeserkare rêjîmê şewitandine.

Gorî zaniyariyan li piraniya taxên Têhranê bi girseyên sedan hezar kesî her berdewam e, û xelkê heçî nimad û wêne û peykerên rêjîmê herifandin û şewtandin û ji nav birin.