Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li hinek bajaran de girseya milyoniye xelkê xwenîşander li ser şeqaman in

11:31 - 11 Kanûna Paşîn 2026

Pêka dawî raporên belavbûyî li piraniya taxên bajarê Têhranê heşîmeteke gelek zêde li ser şeqaman in, li para zaf a wan cihan de hêzên rêjîmê şiyana rawestan li hember heşîmeta gelek zêde ya dehan  û belkî sedan hezar kesî li her taxeke Têhranê de nînin.

Herwisa li taxên bajarên Têhranê de maşînên hêzên rêjîmê têne şewitandin û çendîn cihên hikûmî jî ji aliyê wan ve hatine kontirolkirin û pêka dawî raporên belavbûyî hatine ser şeqaman a xelkê li bajarê Têhranê, vê carê çendîn qat zêdetir ji carên berê bûye.

Li bajarê Meşhedê ev 3 roj û şev e ku tête gotin sedan hezar kes berdewam e li xwenîşandanê û gorî hinek zaniyariyan xelkê kontirola bajar û piraniya îdaran girtine dest xwe.

Tê gotin ku xelkê dest bi ser dezgeha Den û Rengê rêjîmê de girtiye.

Li bajarên wek Reşt, Îsfehan, Yezd, Kerec, Kirman, Gorgan, Şîraz, Piraniya bajarên devera Ehwanê yên Ereban, piraniya bajarên devera Belûçan, Tirkemen sehrayê, û piraniyan dever û bajarên Azeriyan û tev bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildan û şoreş bi avayekî bigur berdewam e, û xelk mukumin ku heta rêjîm sernixûn nebe, ev şeqaman bernadin.