Beşek ji daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê wiha ye.
Em êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin
Hêzên leşkerî yên girêdayî Rêvebirîya Şamê çend roj in bêyî ku cudahîyê bixin navbera sivîl û leşkeran taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yên bajarê Helebê ku piranîya wan kurd in, topbaran dikin, êrîşên dijminane pêk tînin û li encama van êrîşan de gelek kuştî û birîndar hene.
Rêvebirîya Şamê bi hişmendîya nîjadperestî, şowenî ya erebî, bi van êrîşan dixwaze demografîya Helebê biguherîne û rê bo komkujîya gelê Kurd vedike.
Di parekî din a daxûyaniyê de hatiye: Em piştgirîya serîhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin
Gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, li himberî sitem û zordariya Rejîma Îslamî ya Îranê serhildaneke girseyî berdewam dikin û bi beşdarîya jinan, ciwanan û beşên herî fireh yên civakê, di qonaxa îro de gihiştine asteke serhildanê ya li dijî rejîmê û dê pêvajoya bidawîhatina Rejîma Îslamî ya Îranê bileztir bike.
Em êrîşên bixwîn û komkujîyên Dewleta Îranê yên li dijî gelê sivîl şermezar dikin û divê ev êrîş demûdest bêne rawestandin.
Em bi hemû hêza xwe piştgirîya têkoşîna hemû gelên Îranê û gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî sitem û zordariyê dikin. Em piştgirîya têkoşîna azadîyê ya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê, piştgirîya têkoşîna hemû pêkhateyên neteweyî, etnîkî, olî, civakî ya gelên Îranê û gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo sîstemeke federalî, demokratik, wekhev, azad û dadwer pêk were dikin.