Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorên Komarîxwaz û Dêmokratên Amerîka huşdarî dane rêjîma Îranê

11:37 - 11 Kanûna Paşîn 2026

Beşeke zêde ji senatorên Hizbên Dêmokrat û Komarîxwaz ên Amerîkayê tevî piştevanîkirin ji serhildana xelkê Îranê li hember rêjîma dîktator û dije miroviya Îranê, li derheq kuştin û tepeserkirina hovane ya xwenîşanderan ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê, huşdarî dane vê rêjîma hov.

Beşek ji wan senatorên payebilind ên Komarîxwaz wek “Têd Kurûz, Lindsî Giraham, Marşa Bilekburn” û çendîn senatorên payebilindên Dêmokratan ên wek “Cêysun Kurûz, Cekî Rozin, Sozî Lî, Lizî Filêçir” bi belavkirina peyamên li tora civakiya “X” de piştevanîkirina xwe li serîhildana xelkê dane xuya û bi tundî huşdarî dane rêjîma Îranê, herwisa senatorên Amerîka piştgîriya xwe ji helwêsta serkomarê Amerîka li hember rêjîma Îranê dane xuya û ragihandin: ger rêjîma Îranê berdewam be li ser kuştina xwenîşanderan, hewceye ku Tiramp bi tundî û bi êrîşê bersiva rêjîma Îranê bide.