Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê milîsên terorîst bo kuştin û tepeserkirina xwenîşanderan bi kar anîne

11:40 - 11 Kanûna Paşîn 2026

Wezareta Derve ya Amerîkayê li tora civakiya “X” de belav kiriye ku rêjîma Îranê bo tepeserkirin û kuştina serhildêran li Îranê, hêzên terorîste girêdayî bi xwe yên bîhanî bi kar anîne, Amerîkayê li vê derheqê de bi micidî huşdarî daye rêjîma Îranê û tekezî kiriye ku xelkê Îranê bi awayek yekgirtî, daxwaza guherîna rêjîmê dikin.

Pêka vê peyamê, çendîn belge û rapor li ber destê Amerîkayê hene ku didin xuya rêjîma Îranê ji milîsên terorîst ên wek Hizbullaha Lubnanê û herwisa milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê li hember xwenîşandanên nerizayetî de bi kar anîne.

Amerîkayê li vê peyamê de ev kiryara rêjîma Îranê, îxanetek gelek kûr bi xelkê Îranê binav kiriye.