Rojnameya “The New York Times” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku çendîn berpirsên Amerîkayê dane zanîn , “Donald Trump” Serkomarê Amerîkayê mijûlê berhevdana li ser bijaredeyên êrîşkirina serbazî bo ser rêjîma Îranê ye û ev yek jî bi sedema tepeserkirina hovaneya neraziyan ji aliyê rêjîmê ye.
Herwisa li rapora “The New York Times” de hatiye, tevî ku heta niha “Donald Trump” biryara dawî ya êrîşkirina serbazî bo ser rêjîma Îranê nedaye, lê bi micidî mijûlê lêkolîna li ser praktîzekirina gefxearîna xwe ji rêjîma îslamiya Îranê ye.
Pêka vê raporê, hejmarek ji bijardeyên pêşniyarkirî bo Donald Trump, bi awayê rasterast beşek ji navendên ewlehî yên rêjîma Îranê dike armanc ku berpirsê tepeserkirina nerizayetiyan in.