Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li bajarê Abyêk û Goherdeştê de teqe li serhildêran kirine

16:39 - 11 Kanûna Paşîn 2026

Pêka dawî raporên belavbûyî, hêzên tepeserker û ewlehiyên rêjîmê li bajarê Abyêkê ser bi bajarê Qezwênê, teqe li xwenîşanderan kirine û şer û levdan li navbera wan de qewimiye û hêzên rêjîmê gulleyên şer bi kar anîne, egera kuştin û birîndarbûna serhildêran gelek zêde.

Ji aliyê din ve, li bajarê Goherdeştê ser bi bajarê Kerecê, rêjeyeke gelek zêde ji serhildêran li ser şeqam bûn û hêzên tepeserker li hember pêla serhildanê, şiyana sekinînê nebûn û neçar bi revê bûn, lê serhildêran rê ji wan girtine û ev çek kirin.

herwisa pêka hinek raporên nefermî şeva derbasbûyî li bajarê Urmiyê de jî xwenîşandanek hatiye kirin û hêzên rêjîmê teqe li wan kirine û rêjîmê bajar milîtarîze kirine lê bi sedema qutbûna înternet û torên pêwendiyê, serastiya vê raporê hêj bo “Kurdistanmedia”yê rohn nebûye.