Tirampê Serkomarê Amerîka ragihand ku rêberên rêjîma Îranê roja derbasbûyî pêywendî girtine û lahî kirine ku dixwazin mizakirê bikin, qirara milaqatê hatiye danîn, lê renge bi sedema bûyerên ku li halê qewmînê de ne, pêş ciwînê em neçar bin tiştekê bikin.
Ev gotina Tiramp li demekê de ye ku li heyamê 2 hefteyên derbasbûyî û hevdem digel şoreş û xwenîşandana xelkê Îranê, 3 caran gef ji desthilatdarên rêjîma Îranê xwaribûn ku hekî xwepêşanderan bikujin, dê Amerîka êrîşê bike ser wan û derbên giran ji komara îslamî bide.
Rêjîma Îranê jî bê guhdan, li wan 2 hefteyan de li Îran û Kurdistanê de cinayetên mezin afirandine û bi gulleyên şer sedan kes kuştine û birîndar kirine.
Rêjîma Îranê ev çend roje ber çavê dunya yê bi awayê herî hovane cehda tepeseriya xwenîşanderan dide û înternêt qut kiriye ku vîdeo yên cinayetên wê negehne mediayên azad.