Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seroka Saziya Ragihandinên Cîhanî ya Amerîkayê li derheq rêjîma Îranê axivî

11:21 - 12 Kanûna Paşîn 2026

“Kari Lake” a seroka Saziya Ragihandinên Cîhanî ya Amerîkayê li hevpeyvîn digel “Fox News Digital”ê de gotiye: “Xelkê Îranê li jêr rewşeke herî bi sam û li jêr deshilata dîktator û rêjîmekê de bûne ku 47 sal e hovane reftarê digel wî xelkî dike. Wan destpêregihîştin bi ragihandinên dadperwer û rast nînin. Nûçeyên bêalî û serast nagihin wan. Me kariye destpêregihîştina wan bi nûçeyên bêalî û rast dabîn bikin”.

Axaftinên “Karî Lêyk” li halekê de ye ku xelkê Îranê gelek caran li demên hestiyar û qedersaz de rastî nûçeyên çewt, sansorkîrî, destêverdankirî û xapînok û armancdar ên rêjîmê û herwisa hinke ragihandinan ên alîgirê hinek kes an aliyan li derveyê Îranê tên.