Pêka dawî raporên belavbûyî li roja Yekşemî 11ê Kanûna Paşîn, li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de xwenîşandana serhildêran bi berfirehî berdewam bûne lê bi sedema qutbûna înternetê, hêj girte vîdyoyên wan xwenîşandanan û herwisa berfirehiya wan xwenîşanadan nehatiye zanîn bi tenê hinek girte vîdyo ji bajarê Awdanan û Kirmaşan û Burûcêrdê belav bûne.
Pêka wan girtevîdyoyên belavbûyî, serhildêr li wan bajaran de bi tundî li hember hêzên rêjîmê sekinîne û tevî ku hêzên rêjîmê çekên şer li hember wan bikar anîne wan bi berxwedaniyê, hêzên rêjîmê neçar bi revînê kirine, herwisa ti amarek serast ji kuştin an birîndarbûnan belav nebûye.
Ji aliyê din ve û pêka girtevîdyoyên berdest, pitira kolanên bajarên Têhran, Kerec, Ehwaz û Meşhedê de xwenîşandan hatine kirin û beşeke zêde ji wan kolanan li destê serhildêran de ne û hêzên rêjîmê çekên şer jî bi kar anîne lê ti amareke serast ji kuştî an birîndaran li ber dest nîne.