Zêbebarî evê ku rêjîmê ev serê 5 rojane bi temamî înternêt li seranserî Îranê de qut kiriye bo evê ku ziniyariyên serhildanê negehne derve û media yan, û li vê tarîtiyê de cinayet û kuştaran bike, lê dîsan jî dengê şoreşê her bilinde û şeqam tejî şoreşvanin.
Hejmarek ji rapor û girtevîdyobyên roja Dûşemî yê belav bûne ku bi gurbûn û berdewamiya tun a xwenîşandanê didne xuya û gorî zaniyariyan rêjîmê kontirola gelek bajaran ji dest daye.
Li bajarê Kerec û Têhranê de heşîmetek gelek zêde ji serhildêran li ser şeqam in û li hember hêzên tepeserker ên rêjîmê bi tundî disekinin.
Li bajarê Têhran û Kerec û meşhed û kirman û Îsfehan û Belûçistanê û gelek cihên din, dehan kes ji hêzên tepeserkar û piladar û berpirsê rêjîmê ji aliyê şoreşvanan ve hatine kuştin.
Xwenîşanderan dest bi ser dehan binke û îdarên hêzên tepeserkare rêjîmê de girtine û agir berdane gelek ji wan binkeyan.
Hinek girte vîdeo ji bajarên Kurdistanê jî, ji bajarên Urmiye, Seqiz, Sine, û bajarên parêzgehên Îlam û Kirmaşanê geheştine me ku xelk li ser şeqaman dirûşma “Îlam bi tenê nîne, Kurdistan piştevanê vê ye û bimre Xamineyê û sernixûn be rêjîma dîktator dane.