Piştî serhildana xelkê Îranê û tundûtîjiyên rêjîmê û zêdebûna egera êrîşkirina Amerîka bo ser rêjîma Îranê û bi berçavkiritina reftarên berê yên rêjîmê digel kesên biyanî û bi barimtegirtina wan, hejmarek ji welatên cîhanê daxwaz ji xelkê xwe yên ku niha li Îranê de ne kirine ku bi lezgînî ji Îranê derkevin.
Li vê derheqê de , dewletên wek “Firanse, Swêd û Amerîka”yê bi belavkirina daxuyaniyan, daxwaz ji welatiyên xwe kirine ku ji serdana Îranê xwe biparêzin û hekî niha jî li Îranê de ne bi her awayek bi lez ji Îranê derkevin.
Herwisa wan welatan ragihandine ku egera bi barimtegirtina xelkê wan bi taybet ên du nasnameyî li Îranê de gelek zêde ye.
“NetBlocks”ê li derheq qutbûna Înternetê li Îranê, raporek belav kir û da zanîn ku înternbet zêdetir ji 100 demjiran li Îranê bi tevavî qut bûye û ew rewş her berdewam e.