Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heçî welatek ku ticaretê digel rêjîma Îranê bike dê bête sizadanê, ev biryara nû a Tiramp e

10:26 - 13 Kanûna Paşîn 2026

Her welatek pêwendiya ticarî digel rêjîma Îranê heb dê bikeve ber baca %25 a Amerîkayê

Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê roja Sêşemî 13ê Kanûna Paşîn peyamek belav kir û hoşdariyekî tund da welatên cîhanê ku ji 13ê Kanûna Paşîn a 2026 ve, heçî welatek digel rêjîma îslamiya Îranê pêwendiya ticarî hebe, dê bikeve ber sizaya Amerîka û ev kompaniya û şirketên ticariye ku pêywendiya ticarî digel Amerîka yê jî henî, ger ticaretê digel rêjîma Îranê bikin, dê bikevne ber baca %25 a Amerîkayê û li her danûstandin û ticaretekê de digel Amerîka dê vê baca %25 bide Amerîkayê.

Donald Trump li dawiya peyama xwe de nîvîsandiye ku ev biryara dawî ye û bi her awayek dê bê cîbicîkirin.