Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştîvaniya navnetewî ji şoreş û serhildana xelkê Îranê berfirehtir dibe

10:28 - 13 Kanûna Paşîn 2026

Piştî Amerîka, Kanada, Usturaliya, Birîtaniya, Firanse û Alman û gelek welatên din yên Ewropayê, li berdewamiya piştevaniya ji şoreşa bi dijî rêjîma Îranê, Serkomarê Ukraynê jî daxwaza ji civaka cîhanî kir ku bila alîkarî û piştgîriyê bidne xelkê Îranê û şoreşa wan.

Viladêmîr Zêlênskî, Serkomarê Ukraynê bi belavkirina peyamekê daxwaz ji welatên cîhanê kir ku bo guherîna rêjîma kawilker a Îranê alîkariya xelkê Îranê bikin û dibe Rûsiye jî pêdeçonê bi pêwendiyên xwe digel rêjîma Îranê bike.

Herwisa navbirî guherîna rêjîma Îranê bi rizgarbûna xelkê Îranê ji rêjîmekê binav kir ku hem bo xelkê îranê, û hem bo welatên din ên wek Ukraynê rojreşî li pey xwe aniye û dibe ji vê rêjîmê rizgar bin.

Serkomarê Ukraynê ragihand: “gelek girîng e ku cîhan li vê dema hestiyar de ku egera guherînê heye vê derfetê ji dest nede, hemû rêber û welatên cîhanê û saziyên navnetewî dibe her ji niha ve bêne meydanê û alîkariyê bidne xelkê Îranê da ku berpirsên rêjîma Îranê ku berpirsên rewşa nexweş a Îranê ne li ser deshilatê vê de bidin”.