Xwendekaran li dehan zanîngeh û zankoyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi nîşandana nerizayetiya xwe li derheq tepeserkirin û kuştina hovane ya xelkê li ser şeqaman ji aliyê rêjîma dijemirovî ya Îranê ve, man girtin û xwe ji ceribandinan anku çona bo ser îmthanan parastin.
Pêka raporên belavbûyî xwendekaran li zêdetir ji 30 zaningeh û zankoyên cuda li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de tevlî vê mangirtinê bûne û navê çendîn zanîngehên wek zanîngehên Bihiştî, zanîngeha zanistên pizîşkî ya Şîrazê, zanîngeha zanistên pizîşkî ya Îsfehanê, zanîngeha zanistên pizişkî ya Kurdistanê li bajarê Sinê, Yezd, Meşhed, Luristan, Elborz, Qum, Simnan, Kaşan, Gurgan, Mazenderan, Babol û Zahidanê li wan raporan de hatine îşarekirin.