Pêka rapora “Aksiyûs”Donald Trump, Serkomarê Amerîka û Binyamîn Netanyaho, serokwezîrê Îsraîl li dawî hevdîtina xwe de lihev kirine ku hinardekirina nefta Îranê bo Çînê kêm an qut bikin.
Pêştir jî Serkomarê Amerîkayê ragihandibû ku Amerîka digel Hindistanê lihev kirine ku kirîna neftê jî rêjîma Îranê qut bikin û bi cihê vê, ji Vênêzoêlayê neftê bikirin.
Pêka vê raporê, Amerîka û Îsraîl, pêdegirî li ser siyaseta givaşa herî zêde bi dijî rêjîma Îranê dikin û tekezî kirine ku mijara firotina nefta Îranê beşek ji wan givaşan e.
Herwisa Donald Trump, baca %25 danaye ser wan welatan ku ticaretê digel rêjîma Îranê bikin.