Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanada daxwaza guherîna rêjîmê li Îranê dike

09:58 - 15 Şibat 2026

Anîta Anand, Wezîra Derve ya Kanadayê li hevpeyvîn digel rojnameya “Glop and Mîl”, li derheq pêywendiyên dîplomatîk li navbera Kanada û rêjîma Îranê de ragihand: “Heta demekê ku rêjîm li Îranê neguhere, me ti pêywendiyek dîplomatîk digel Îranê nabe”.

Wezîra Derve ya Kanadayê li halekê de daxwaza guherîna rêjêma Îranê dike ku ti îşareyek bi şêwaza herifîna rêjîmê nekirye û diyar nekriye ku gelo dê li egera êrîşa Amerîka bo ser rêjîma Îranê dê piştevaniyê ji Amerîkayê bike an ne.

Çendîn sal e ku pêywendiyên dîplomatîk li navbera Kanada û rêjîma Îranê qut bûne.