Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pentagon li derheq rêjîma Îranê amadekariyan dike

10:05 - 15 Şibat 2026

Pêka rapora “The New York Times”, Pentagon bo êrîşkrineke çend hefteyî bo ser rêjîma Îranê amadekariyan dike û Donald Trump jî lêkolînê li ser şandina komandoyên Amerîkayê dike.

Pêka vê raporê Amerêka hevdem digel lipeyketin bi danûstandina navkî digel rêjîma Îranê, bi berdewamî hêza xwe li Rojhilata Navîn de zêdetir dike.

pêka rapora Reutersê, yek ji bijardeyên ku Donald Trumb li ser mijûlê lêkolînê ye, şandina komandoyên Amerîka bo hinek armancan li navxweyê Îranê de bûye û Amerîkayê ragihandiye ku çendîn bijarde li ber dest hene.

Pêştir Donald Trump huşdarî dabû rêjîma Îranê ku dest ji kuştina xelkê berde, neku dê rastî paşhatên gelek dijwar bibe, lê rêjîma Îranê xwenîşander li ser şeqaman bi regbaran û bi çekên nîve giran kirine armanc û li nexweşxaneyan de gulleya xelasê bi ser û dilê birîndaran da û dehan hezar kes kuştin.