Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

FATFê ragihand ku rêjîma Îranê dîsan li lîstê reş de ma

10:11 - 15 Şibat 2026

Girûpa karê taybet a malî, “FATF”ê bi belavkirina raporekê daye zanîn hewlên rêjîma Îranê bo lihevkirineke dubare digel vê damezraweyê bi qasa hewce nebûye û mewdayek zêde digel standarda hewce hene û beşa herî zêde ya beranmeya karê xwe cîbicî nekirine.

Civîna giştî ya FATF ji 11 heta 13ê Şibatê li bajarê Mêkzêkosîtî, paytexta Mêkzîkê de bi rê ve ço; Rêjîma Îranê li heyva Befranbarê de raporek li derheq erêkirina konvansiyonên Saziya Netyewên Yekgirtê ku konvansiyona Palêrmo û konvansiyona “CFT” li xwe dîgre, şandibû.

Li vê derheqê de “FATF”ê ragihand sozên ku ji aliyê rêjîma Îranê ve hatibûne berbas, li astek giştî û berfireh de ne û birêvebirina wan 2 konvansiyonan li navxweyî Îranê digel standardên vê damezraveyê hev nagirin, Lewma rêjîma Îranê dê li lîstê reş de bimîne.

FAFT, rêkxiarveke navnetewî ye ku li derheq standardên navnetewî bo rawestan li hember “sipîkirina diraf û dabînkirina malî ya terorîzmê” şêvirkariyê dide welatan.