Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma înkar û çewtekariyan dest ji înkarkirinê bernade

10:18 - 15 Şibat 2026

Encumena civaknasî ya zanîngeha terbiyet moelim, heftiyek berî niha ragihandibû ku termê zêdetir ji 50 jinên nenaskirî li saloneke saziya pizişkiya dad a rêjîmê de ne û ti zanyariyek li ser nasnameya wan nîne û hinek aliyan jî ragihandibûn ku termên wan jinan bi bêrêziyeke nemirovane, kom kirine.

Dezgeha dad a rêjîma Îranê tevî înkarkirina vê yekê îdia kiriye ku termê tevaviya jinên ku hatine kuştinê hatine naskirin û radestî malbatên wan kirine û bi tenê termê 7 kesên nenaskirî li wir hebûye ku ev jî mêr bûne.

rêjîma Îranê tevê hemû hewlên xwe bo înkarkirin û perdepoşkirina cinayetên xwe, nekariye rêgirî ji belavbûn û aşkerabûna beşeke ji cinayetên xwe yên dijî mirovahiyê bike û li asta navnetewî de gelek belge hatine komkirin, û ev belge dikarin bandorê li ser biryara navnetewî bi dijî rêjîma mirovkuje Îranê hebin.