Berpirsên tora civakiya “X” tîka şîn a li ser hisabên bikarhênerî yên çendîn berpirsên rêjîmê yên wek “Ebas Îraqçî yê wezîrê derve yê rêjîmê, Xulamhusên Êjêyî, serokê dezgeha dad a rêjîmê, Mihemed Cewad Zerîf ê wezêrê berê yê derve yê rêjîmê û Elî Larîcanî yê berpirsê şêwreya bilind a ewlehiya netewî ya rêjîmê” hilgirtine.
Hilgirtina wan tîkên şîn piştî vê yekê bûye ku malpera “Wired” li dawî rapora xwe de dabû zanîn ku şirketa “X” bi firotina hisabên “Premium” bi rêberên rêjîma Îranê, dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma Îranê binpê dike.
Li vê malperê de tevî îşarekirin bi vê yekê ku “Elon Musk”, bi eşkere piştevanî li neraziyên Îranê dike, nivîsandiye ku nîşandeka tîka şîn piştî vê raporê, li ser çendîn hisabên bikarhênerî yên pêwendîdar bi rêjîma Îranê rakirine.