Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka li egera êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê dê piştevaniyê li Îsraîl bike

11:36 - 16 Şibat 2026

Pêka rapora “CBS”, Donald Trump, Serkomarê Amrîkayê bi Binyamîn Netanyaho, serokwezîrê Îsraîlê gotiye ku li egera şikesta danûstandinan digel rêjîma Îranê dê piştevanî li êrîşa Îsraîl bo ser bernameya mûşekî ya rêjîma Îranê bike.

Tevî ku egera lihevkirina Amerîka û rêjîma Îranê li wan danûstandinan de gelek kêm e an her nîne û Marko Robiyo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî ev mijar piştrast kiriye, Îsraîlê jî mercên xwe li wan danûstandina de bi Amerîkayê ragihandine.

Îsraîl daxwaza nemana tevav a bername, jêrxan û navendên meyandina Uraniyomê û derxistina tevav a Uraniyoma meyandî li Îranê, sînordarkirina şiyana mûşekan heta mewdaya 300 kîlometran û nemana tevav a bernameya rêjîma Îranê li mijara milîsan dike ku heta niha rêjîma Îranê bili danûstandin li ser mijara beranmeya navkî, mijarên din bi hêlên sor ragihandine ku amade nînin li ser danûstandinê bikin.