Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê heta niha zêdetir ji 9 gemiyên sîber ên nefta Îranê zewt kirine

16:48 - 16 Şibat 2026

Pêka dawî rapora “Pentagon”ê ku li tora civakiya “X’ de belav kiriye, gemiyeke neftêş a bi navê “Veronika3” bi alaya welatê Panamayê ku yek ji neftkêşên sîber a rêjîma Îranê bûye û pêştir li lîstê dorpêçên Amerîkayê de hatibû tomarkirin ku li avên deryaya Hind de hate sekinandin.

Pêka vê raporê hêzên Amerîkayê ji deryaya “Karaîb” heta deryaya Hindê li pey vê gemiyê bûne ku yek ji gemiyên sîber a nefta Îranê bûye û li deryaya Hind de ev jî sekinandine.

Pentagonê heftiya pêşde jî ragihandibû ku gemiyeke sîber a nefta rêjîma Îranê ya bi navê “Akoila2” jî  bi vê şêwazê li deryaya Hind de sekinandibû.