Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat daxuyaniyek li derheq çileya Şehîdên Befranbara îsal belav kir

10:12 - 17 Şibat 2026

Hizba Dêmokrat: Tenê bi guherîna vê rêjîmê dê hikûmeteke dêmokratîk û sikolar, ewlehî û aramî li Îranê de çê bibe.

(Daxuyaniya Hizba Dêmokrat li derheq çileya Şehîdên Befranbara îsal)

Xelkê xwedî helwîst ê Kurdistanê!

Gelên bêzarbûyî yên Îranê!

Kom û civakên mirovdost!

Çil roj bi ser tepeserkirina bêrehmane ya xelkê serhildayî li rojên 18 û 19ê Befranbarê derbas dibe ku ji aliyê rêjîma îslamiya Îranê ve hatiye kirin. Em li demekê de yada wan şehîdên serhildêr bi bîr tînin ku hejmara şehîd û birîndaran û binçavkiriyan roj bi roj zêdetir dibe û bi sedema qutbûna înternetê û rewşa tevav ewlehî li Îranê, heta niha jî amarekek serast ku bê şik û guman ji dehan hezar kesî derbas bûye, li ber dest nîne.

Li vê navberê de serîhildan li bajarên Îlam, Kirmaşan û Melekşa yê û şehîdbûna dehan hevwelatiyên me li dever û bajarên din ên Îranê û piştre mangirtina serkevtiyaneya xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi tenê berteknîşandanek nebû, belku nîşaneya têgihîştina siyasî, geşekirina seha netewî û xwedîderketin ji Kurdistaniyan ji vê beşa niştîman bû. Ev bûyerane dane selimandin ku xelkê Kurdistanê, berhemhênerê rêkareke taybet ji berxwedan û xweragirî û berpaniya giştî ya Rojhilatê Kurdistanê, meydana xebat û yekîtiya tevgera neteweyî a Kurdistanê ye. Aliyê sembolîk û siyasî a vê yekgirtinê, îşarekirinek bo “manîfesta hêz” li Rojhilatê Kurdistanê û hevdem nîşanderê hevxebatî û hevçarenivîsiya xelkê Kurdistanê ye.

Li demekê ku 40 roj ji komkujî û kuştina xortên bivêr ên netewa Kurd li Îlam, Melekşa û Kirmaşanê derbas dibe, em rêz li nav û yada wan Şehîdan digrin û soza xwe digel wan dubare dikin ku heta bidestveanîna armancên wan ên rizgarîxwazane li welatê me de û gihîştina xelkê Kurdistanê bi mafên netewî, emê doza pîroze wan bidimînin.

Rêjîma îslamiya Îranê bi dirêjahiya çend dehikên derbasbûyî û bi milîtarîzekirina Rojhilatê Kurdistanê, siyaseta sekinandina geşe û bi kêmînekirin û bi ewlehîkirinê girte bera xwe, hewl da Kurdistanê bike cografiyayek piştguhavêtî, dûrxistî û dûrragirtî û dûr ji nasname û nasname û  nasnameya netewî rabigre. Lewma tekezî û pêdekirî li berdewambûna me li ser herîfandina rêjîmê û guherîna binyata pêkhateyên desthilata vê ye. Ji vê dîtingehê ve, piştevanîkirin li pirsa dêmokrasî û netewî li Îrana çendîn netewî de, hewlek bo şikandina wan dorpêç û rewşa ewlehî û tepeserkarane ye ku ji navendê ve bi hêcata “asayîşa niştimanî” bi ser netewên jêrdest de hatiye sepandin.

Raste ku xebat û xweragiriya netewên Îranê a ku nirxekî giran li vê rêkê de hatiye dan, bo rizgarbûn ji rêjîma îslamî her berdewam e, lê li kêlega vê berdewamiyê de piştevanîkirina civaka navnetewî bo xelkê serhildayî yê îranê hewcehiyeke girîng a dîrokî ye. Zewtkirina mafên netewî û binpêkirina mafên netewî û binpêkirina kerameta tak û kom a netewan ji aliyê vê rêjîmê ve, hevdem digel berdewambûna vê rêjîmê li tepeserkirina bi xwîn û bikaranîna hemû şiyana xwe li vê derheqê de, rewş û pirsgirêkên aloz e ku tê de çarenivîsa dehan milyon mirivî bi barimte hatine girtin. Lewma hewce ye ku civaka navnetewî zêdetitr vê rewşê berçav bigre û li asta çewsandin û tepeseriya netewî û tundûtîjiya rêjîma Îranê û bikaranîna hêza tepeserkar li hember tevgera netewiya Rojhilatê Kurdistanê û netewên din, pitir bi seh bin û dibe helwîst hebin heta ji vî warî ve, nirxa giran û bi can û mal a xelkê serhildayî kêm bikin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê pêdegirî li ser vê yekê dike ku bi tenê bi guherîna vê rêjîmê bo hikûmeteke dêmokratîk û sikolar û îtirafkirin bi îrade û mafên netewî û siyasî yên pêkhateyên netewî li ser cografiyaya Îranê ye ku ewlehî û aramî li wî welatî de dê çê bibe.

Careke din li çileya Şehîdên Befranbarê de em silavan bo canê paqijê wan şehîdan bi taybet welatiyên me yên Şehîdbûyî li Kirmaşan, Îlam, Melekşayê û deverên nişîv ên Kurdistanê dişînin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

15ê Şibata 2026