Pêka raporên belavbûyî li Rojhilatê Kurdistanê de li roja Duşemî 16ê Şibatê, li devedevê çileya Şehîdên Befranbara 1404 de xelkê bajarê Avdananê ser bi parêzgeha Îlamê, kombûn lidar xistine û durûşmên dijî rêjîmê ên wek “bimre Xamineyî” dane.
Herwisa hatiye baskirin ku ajotvanên maşînan li wî bajarî de bi berdewamî li kolan û şeqaman de sîgnal lêdane û rewşa bajar awarte ye û rewşa ewlehî bi ser bajar de hatiye sepandin û înternet li çendîn taxên wî bajarî de rastî qutbûn an astengiyên pêwendîgirtinê hatine.
Çileya Şehîdan li çendîn bajarên din ên Îranê bi rê ve çone û rêjîm ji tirsê serîhildana dubare ya xelkê bi taybet li goristanan de hêzên tepeserker û ewlehî cihgîr dikin.