Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst li gevriya Hormozê de manoreke serbazî lidar xist

11:10 - 17 Şibat 2026

Pêka ragihandinên ser bi rêjîma Îranê, spaha pasdaran a terorîst manorek li gevriya Hormozê de bi rê ve birîne û idia kirine ku armanca vê manora serbazî, ceribandina şiyana yekeyên hêza deryayî û ceribandina rawestan li hember egera gef bi ser gevriya Hormoz ye.

Pêka gotina wan ragiahndinên rêjîmê, spaha pasdaran a terorîst diron û sîstema mûşekî yên bejayî-deryayî, mînrêjkirin û çavdêriya esmanî ceribandine.

Pêştir jî li ceribandinên manoran ên spah pasdaran a trorîst de gelek caran xwe kirine armanc bi taybet li manorên hevpar digel artêşa rêjîma Îranê de heta niha çendîn kes ji personelên wan bi sedema seqetiya wan manoran, hatine kuştine.

Pêştir rêjîma Îranê îdia kiribû ku li egera şer de, dê gevriya Hormoz dabixe.