Pêka rapora Reutersê, Hindistanê li vê heyvê de dest bi ser 3 gemiyên neftkêş ên bi navên “Stêlar Robî, Asfalt Star û Elcefziye” de girtine ku pêywendî digel ticareta neyasayî ya nefta Îranê hebûne û pêştir li lîstê dorpêçên Amerîkayê de hatine tomarkirin.
Pêka rapora Reutersê Hindistan hewlê dide ku rêgirî ji veguhastina neftê ji neftkêşan bi neftkêşên din bike ku gelek caran bo perdepoşkirina çavkaniya neftê hatine kirin û rêjîma Îranê bi vê şêwazê nefta xwe bi qaçaxî û bi kêmtirîn nirxê difroşe.
Herwisa Reutrsê daye zanîn ku Hindistanê çavdêrî û kontrolkirina deryayiya xwe li hember ticareta neyasayî zêdetir kiriye.
Pêka vê raporê, wan 3 gemiyên neftkêş bi berdeamî nasnameya xwe diguherandin û xwediyên wan li derve de ne.